المجلس الوطني الكوردي في سوريا

..Gelê Kurdistanê Roja Alaya Kurdî bi bîranîn

55

 Îro li seranserî Herêma Kurdistanê û li Her çar parçeyê kurdistanê , û bi coşeke xweş û geş , roja    Alaya Kurdî hate bilind kirin li ser avahiya û xaniya û navendên hikûmî û li dibistan û zanîngehên başûrê Kurdistanê ,  tê zanîn ku alaya kurdistanê ji rexê komeleya xûyebûnê li rojhilatê kurdistanê sala 1919an hate damezrandin , û desteya komelayetî ya kurdistanî li Istenbolê pesend kir û hilda û di hemî şoreş û raperînên kurdî de jî hate hildan , û sala   2009an parlemantoya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 17 berçile ji her sal bibe roja Alaya Kurdî ji ber ku di weke vê rojê de li sala 1946an hate hildan li Qada çarçira li komara Kurdistan li Mehabadê , ji ber vê yekê şagirtên kurd li dibistanan ahing lidar xistin , li gel stranên neteweyî û pêşbirg û siloganên niştîmanî …

Hejmarek ji şagirtan di ahinga Roja Alaya Kurdî li kampa kewirgoskê li Hewlêrê..

Ragihandina ENKSE ..Herêma Kurdistanê

Raid Mihemed

التعليقات مغلقة.