المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHIYA ROJHILATÎ QAMISHLO SERDANA GORA HERDÛ XEBATKARÊN KURD KEMAL DERWÎS Û SÊXMÛS YÛSIF li goristana “Qidûrbek” kirin

60

Şandek ji Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, serdana gora herdû Xebatkarên kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif li goristana “Qidûrbek” kirin û gurzek gul li ser gora wan danîn.

Û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna endamên xwecihiyê.

Û herwiha di derbarî vê salvegerê de M,”Nûredîn Xaşo ” serokê encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman : Em weku encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo beşdarî salvegera” 24″ emîn ya koçbarkirina herdû xebatkarên kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir, ev kesayetên siyasî û niştîmanperwerî di kar û xebata tevgera kurdî de,û herwiha kar dikirin ji bo doza azadiya milet kurd û xwîna xwe dan ji bo pêkanîna mafê gelê kurd û de ku milet bigihêjin mafên xwe yên rewa li Kurdistana sûriyê de.

Û herwiha hêjaya were gotin ku herdû xebatkarên kurd di roja” 3/11/1996 ” an de, di bûyereke tirafîkê de li ser riya Hesekê Jiyana xwe ji dest dan û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bi axê hatin spartin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

التعليقات مغلقة.